Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bilindbûna (inflation) nirxên tiştên xwarinê %63.3 ji zêde kiriye

11:40 - 24 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Di Îranê de di heyama 12 mehan de, bilindbûna (inflation) nirxên tiştên xwarin û vexwarinê bi qaseke çavnihêr nekirî ber bi zêdebûnê çûne.

Li gorî rapora nûçegihaniya Tensîm a girêdayî rejîma Îslamî a Îranê, nirxên tiştên xwarin û vexwarinê di heyama 12 mehan wate heya dawiya Gelawêja sala 1398`an, %63.3 ji bilindbûne û nirxên han li çav meha derbazbûyî %2.9 ji zêde kiriye.

Li gorî vê raporê, bilinbûna nirxên tiştên xwarin û vexwarinê, di heyama 12 mehan de wate heya dawiya Gelawêjê %33.7 ji zêde kiriye û her ev asta bilindbûna nirxan, li çav meha derbazbûyî %1.6 ji zêdetir kiriye, hejmarên han, vê yekê nîşan didin ku, inflationa tiştên din jî heya dawiya Pûşpera îsal, %32.1 ji zêde kiriye.

Piştî tehrîmên aborî yên Amerîkayê yên li dijî rejîma Îslamî a Îranê, bilindbûna nirxan, di Îranê dê, roj li pey roj ber bi bilinbûnê diçin.

Bilinbûna nirxan û betalbûna kompaniya û navendên Pîşesaziyê ji aliyekî, û destpîsî jênehatîbûna birêveberên rejîma Îslamî ji aliyekî din ve, bandora herî xirab li rewşa jiyan û rewşa derûniya welatiyan daniye, pisgirêkên wekî nebûna kar û zalbûna destengî û givaşên aborî, bandora herî xirab di welat de afirandiye û her ev jî bûye sedem da ku diyardeyên wekî tûşbûn bi madeyên sirker û xwekûjî di nav civakê de serîrakin.