
Axa daristanên bakûrê Îranê her 1 kîlo bi 5 hezar tumen di meyda Venek a bajarê Tehranê de tê firotin ku firotina axê, jinavçûna jîngeha Îranê dide xuya.
Roja Înê, 2ê Çirriya Pêşîn, Şêwirmendê Serokê Damezraveya Parastina Jîngehê, “Îsmaîl Kehrom” gotiye: “Di meydana Venek a bajarê Tehranê de, axa daristanên bakûrê Îranê her 1 kîlo bi 5 hezar tumenan tê firotinê û xelk bo kirîna wê axê kom bibûn, ew axa ku bo her 1 santîmetra wê, 100 sal dem hewce ye û her ew axeye ku daristanan diafirîne, niha bê axê daristan dê çawa geşê bikin”?
Herwisa navbirî daye zanîn, “ku 400 sal dem hewce ye ku 1 santîmetir kevir bibe ax û herwisa 30 santîmetir a wê axê 12 hezar sal dem hewce ye ku bibe axa werzêriyê”.
Firotina ax û çiya pirsgirêkeke herî mezin a jîngehê ye û neparastina wan çavkaniyên surûştî, dê paşhatên dijwar hebin.
Şewitandina daristanan bi armanca firotina wan erdan, firotina axa daristanan, yek ji pirsgirêkên din di Îranê de ye ku destên berpirsên rejîmê têde heye û hêj bi başî rohn nebûye ku axa daristanên Îranê bi çi cih an welatên dinê jî tê firotin an ne.