Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Axa Pakistanê bû armanca êrîşa hêzên rejîma Îranê

16:49 - 10 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Çend roj paş êrîşa hejmarek ji çekdarên nas nekirî bo ser kariwana Şî’ê Pakistanê, şer û pevçûn di navbera rejîma Îranê û wî welatî de hate gor.

Nûçegihandiya “Turkishpress” li devê rayedarekî Pakistanê ve bilav kir, hêzên sînorî yên rejîma Îslamî a Îranê serbarê daxistina sînorê Îranê ligel Pakistanê, bi top û qumparan êrîş kiriye ser axa Pakistanê.
Rayedarê Pakistanê daxuyand: Topbaran kirina axa Pakistanê ji aliyê rejîma Îslamî a Îranê ve bersiv hatiye dan û her du alî axa du aliyan topbebaran dikin.

Xan Wasih endamê komîteya parastina sînorên Pakistanê gotiye: Hêzên rejîma Îranê 24 qumpare hawêtine axa Pakistanê.

Karbidestên rejîma Îranê heta niha tu cure kiryarek ji bo retkirin, an piştrast kirina ew şer û pevçûne ranegihandine.

Ew şer û pevçûne paş ewê hate gorê ku çend roj berî niha kariwana Şî’ên Pakistanê bi hinceta serdana xora Xomênî çûbûne Îranê, di dema ziwirînê de li sînorê “Teftan” ketine ber armanca êrîşa çend çekdarên nenaskirî û di encam de herî kêm 24 kes hat kuştin û 7 kes jî bi tundî hatin birîndar kirin.