Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Axabanûya şehîdan avêtine stuyê pêşmergên nû

19:27 - 14 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Komek din li ciwanên tekoşer ên kurdistanê, piştî dawîhatina dewreya destpêkî a pêşmergayetî, tevlî refên pêşmergê Kurdistanê bûn.

Nûçegihanê “Kurdistanmedia”yê, li çiyayên Kurdistanê ragihand ku, roja Pêncşemî 21`ê Xermanan, rêûresma dawîhatina dewreya 238 a destpêkî ya pêşmerge hate lidarxistin.

Rêûresim bi xwandina marşa netewî a “Ey Reqîb” û ragirtina bîstekê bêdengî ji bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pê kir.

Piştre bi vê boneyê, peyema Fermandê Hêza Pêşmergê Kurdistan, ji aliyê “Es`ed Ehmedî”, endamê Hêza Pêşmergê Kurdistanê ve hate pêşkêşkirin ku, di pareke peyama wî de, rû li amadebûyên dewrê ragihand: “Hêvîdarim li rastaya ber bi pêşveçûna erkên pêşmerge de serkevtî bin û waneyên fêrgeh bikin bi bar bo rê û tekoşîna xwe û di paşerojê de bo Hizb û gelê me destkevtên baş li pey xwe hebe”.

Navbirî di pareke din a axavtinê xwe de tevî îşare bi rewşa deverê û ew alugor û hemû ew givaşên ku li ser rejîma Îranê hatiye afirandin, behsa vê kir ku hebûna ew hemû givaşên derve, raste dibe sedema lawaz kirina rejîma Îranê, lê hêza rastî bo jinavbirina rejîma Îranê, nerizayetiya navxweyî a gelên Îranê ye ku, bêşik yekdengiya hêz û Hizbên Kurdî bandoreke rasterast li ser wan hedibe. Mînaka herî berçav a vê yekê, girev girtina sala derbasbûyî a xelkê Kurdistanê ku bi handana banghêjiya Navenda Havkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê ve hatin û bi yekdengî û bi hev re, dikan û bazarên xwe daxistin.

Piştî axavtinê “Es`ed Ehmedî” helbestek bi navê “Welat” ji aliyê amadebûneke dewre ve hate pêşkêşkirin.

Piştre “Şaho Xefûrî”, rapora Perwerdeya Fêrgeh ya Fermandehiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê xwind.

Piştre sirûdek bi navê “Bo Pêşmerge” ji aliyê amadebûyek derwe ve hate pêşkêşkirin.

Li pareke din a rêûresmê de peyama dewreyê hate xwindin.

Piştre stranek bi navê “Weten” ji aliyê amadebûyeke dewre ve hate pêşkêşkirin.

Di beşeke din a vê rêûresmê de, xelat bi ser kesên serkevtî di vê dewreyê de hate parvekirin.

Piştre amadebûyekî din ê dewre stranek bi navê “Bo Kurdistan” pêşkêş kir.

Her di vê rêûresmê de, “Mariya Qurbanî”, hevjîna şehîd “Luqman Şêxanî”, axabanûya hevjîna xwe yê şehîd pêşkêşê Fêrgeha Fermandehiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê kir, û ew axabanûye ji aliyê “Muxtar Suhrabî” berpirsê Fêrgeha Fermandehiya Hêza Pêşmergê Kurdistan ve hate vergirtin û digel vergirtina axabanûya hevalê şehîd “Luqman Şêxanî” de peymana emegnasî bi rêbaza şehîdên Kurdistanê nû kir.

Piştre straneke şoreşvanî ji aliyê amadebûyekî dewrê ve hate pêşkêşkirin.

Ev rêûresme bi encamdana çend nimayişeke leşkerî, ji aliyê amadebûyên dewrê ve dawî pê hat.