“Ebdulkamil Ebas” yekemîn axundê reş pêst ê xelkê welatê“Kamêron”ê ye ku di navendên perwerdekirina axundan di Îranê de û bi perê xelkê Îranê, dersa Olî xwendiyê û niha li “Kamêronê” banghêjî bo wilayeta feqîh a totalîter dike.
“Ebdulkamil Ebas” di beşeke axavtinên xwe de gotiye: “Rewşa malî ya Şîeyên Kamêronê nebaşe lê hêvîdarim bi piştewaniya Îranê ew pirsgirêk wekî pirsgirêka “Şîeyên Lubnanê” çareser bibe.
Herwisa “Ebdilkamil Ebas” li sala 1392an di hevpeyvînekê de digel nûçegihaniya “Faris” a ser bi rejîma Îranê gotibû: “Şîeyên Kamêronê li warê malî ve ji tev Şîeyên din rewşa wan xirabtir bû lê ez hertim digel ciwanên Kamêronê diaxivim û bi wan re dibêjim ku eva ceribandina Xwedê ye berê jî “Şîeyên Lubnanê” rewşa wan wisa xirab bû lê ji wê demê ve ku rejîma wilayeta Feqîh piştîvaniyê ji wan kiriye rewşa wan gelek baş bûye”.
Rejîma Îranê dahata xelkê bona geşedan bi siyasetên xwe ên çewt û herwisa bona alîkarîdan bi girûpên olî û terorîstiyên din li derveyî welat xerc dike, roj bi roj xelkê Îranê bi sedema wê siyaseta rejîma Îranê hejartir dibe û dahata xelkê Îranê xercê banghêjî bo rejîma Îranê û girûpên girêdayê rejîmê li dervey welat de dike.