Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Axûnd Mensûrî xwekujî kir yan kuştin?

12:44 - 20 Hezîran 2020

Êvara roja Înê 19`ê Hezîranê, Polîsê Romaniyayê ragihand ku cinazê Axûnd Xulamriza Mensûrî, dadwerê ku ji Îranê derketibû, di hotêlekê de hatiye peydakirin.

Çend rojekan berî hingê li ser bingeha daxwaza parek zaf ji çalakvanên Mafê Mirov, Dadwer Mensûrî hatibû binçavkirin, hatibû gotin ku wî dadwerê rejîma Îranê di sepandina hezaran hikmên giran bi ser xelkê Îranê de dest hebûye û yek ji cinayetkar û binpêkerê mafê mirov di Îranê de bûye, lewra divê bête dadgehîkirin.

Piştî peydabûna cinazê wî, rejîma Îranê dest bi cî ragihan ku Mensûrî xwe pencera hotêlê re avêtiye û xwe kuştiye, lê çalakvanên mafê mirov û azadîxwazên dijberê rejîmê, li ser vê baverêne ku çi navbirî xwekuştibe, û çi rejîmê ev kuştibe, pîlana rejîmê bûye heya ku ev nemîne û wekî şahidê hezaran tawan û cinayetên rejîmê eşkere neke.

Gelek kes dibêjin ku Mensûrî wekî sindoqa reş ya dezgeha dadwerî ya rejîmê bû, lewma dema ku rejîm nîgeran bû ku renge êdî nehêlin ev vegere Îranê û ev jî rastiyan bêje, ya baş ev bû ku rejîm wî bikuje û ji nav bibe.

Gorî ragihandina Polîsê Romaniyayê, biryar bû ev bê dadgehîkirin û rejîma Îranê jî gelek nîgeran bû.