
Kurdistanmedia: Wezîra Dadweriya Îsra`îlê, dibêje ku dorpêçên petrol yên 4`ê Çiriya Paşîn, wê derbeyên giran li Îranê bixîn in.
“Ayelet Shaked” Wezîra Dadweriya Îsra`îlê di gotûbêja bêr ya digel malper”The Jerusalem Post”de dabû xuyakirin ku, dorpêçên Petrolê yên ku Amerîka qerare di 4`ê Çiriya Paşîn de li ser Îranê de bisepîn e, wê derbeyên giran li Îranê bixîne, û herwisa navbirî ev yeka jî daye eşkere kirin ku, dewleta Îsra`îlê, bi hemû awayî amade ye ku pêşî ji destpêragihîştina rejîma Îranê bi çeka navikî bigir e.
Navbirî got ku ya muhim ewe ku dibe em, çavinhêr bin û bibînin ku dorpêçên petrolê yên 4`ê Çiriya Paşîn wê çi bandorek li ser rejîma Îranê, heb in.
Wê berpirsa Îsra`îlê got ku, piraniya karnasên aborî û yên berevaniyê, guman hene ku ev dorpêçane bikarin biawayekî giştî û bo hemêşe reftarên rejîma Îranê biguherîn in, çimkû welatên wekî “Chinese”, “Russian” û hin welatên din yên di Rojhilata Navîn de, piştevaniya wê rejîmê dik in, û navbirî ragehand ku hewce ye dewleta Îsra`îlê hertim amade be ji ber her pêşhatek ê.
Wê berpirsa dadweriyê ya Îsra`îlê, ev yeka jî daye xuyakirin ku,”em naxwazin û îzin jî nad in ku rejîma Îranê binkeyên leşkerî di Sûriyê de heb in, û herwisa îzin nadin Hizbulaha Lubnanê jî destê bigîhje bi çekên pêşkevtî yên noqtelêdan wekî mûşekên “S-300”, û ev bo Îsra`îlkê qet baş nine, û em dizanin çavan digel wan mi`amileyan bikin.
Di heyamên borî de Rûsiyayê mûşekên “S-300” radestî dewleta Sûriyayê kiribûn.