Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ayşê Îsma’îlî naskirî bi Hawrê

13:34 - 11 Tebax 2014

H: Arif Vêlzî

Ayşê Îsma’îlî naskirî bi Hawrê, keça Mihemed sala 1965(1344)’an li bajarê Bokanê hatiye dinê.

Ayşê Îsma’îlî nasyariya xwe tevî PDKÎ weha tîne ziman: “Dema herifîna rejîma paşatiyê li Îranê ez nûciwan bûm, lê min bi tewahî hest bi zulm û zordariya ser netewa xwe dikir. Nasyariya min tevî PDKÎ vedigere bo vê yekê ku bavê min pir ji vê partiyê hez dikir.

Tê bîra min ku di serdemê şoreşa gelên Îranê de, hilbijartinek di navbera PDKÎ û Komelê de hat lidarxistin, dema bavê min ji dengdanê vegeriya, min jê pirsî ka gelo te dengê xwe da kîjan partiyê? Wî di bersiva me de got PDKÎ. Herweha di mala me de hertim RDKÎ dihat godarîkirin. Evana bûne sedem ku ez PDKÎ bi başî nas bikim.”

Ayşê Îsma’îlî derheq tewlîbûna xwe bi refên pêşmergên PDKÎ weha dibêje: “Bohara sala 1982(1361)’an min biryar da ku ez tevlî refên pêşmergên PDKÎ bim, min pirsyara baregehên partiyê kir û gotin li derdora bajarê Seqizê ne. Ez hatim derdora bajarê Seqizê, lê mixabin PDKÎ baregehên xwe li wî derê ne hiştibûn û ez bi neçarî cardin vegeriyam mala xwe.

Dîsan min pirsyara baregehên partiyê kir, lê vê carê gotin min ku li Pirmihemed a ser bi bajarê Bokanê ne. Havîna sala 1983(1362)’an ez çûm Pîrmihemed û gehiştim baregehên paretiyê. Min daxwaza pêşmergatiyê kir, lê bi sedema kêmbûna temenê min, ez dam Yekitiya Lawan û bi fermî bûm pêşmergê PDKÎ û, heya niha jî li ser rêbaza vê partiyê xebata xwe didomînim.”

Ayşê Îsma’îlî roja herî xweş a jiyana xwe weha tîne ziman: “ Demsala Zivistana sala 1984(1362)’an min weke pêşmerge li nexweşxaneya 25’ê Gelawêjê pêşmergatî dikir. Rojekê Dr. Mirad ku yek ji nojdarên nexweşxaneya partiyê bû, bi min re ragehand ku bi sedema vê ku tu xwendewariya te tu neye, gerek tu herî xwendingeha şoreşê û bibî xwediyê xwendewariyê.

Ez bi gotinên navbirî pir kêfxweş bûm. Kêfxweşiya min du sedem hebûn, ya yekemîn jiber vê yekê bû ku êdî ez dibim xwedî xwendewanî û ya duhemîn jî ev e ku, di wî çaxî de ku di civaka Kurdstanê de digotin naçêbe ku keç û jin herin xwendingehê, PDKÎ xwediyê xwendingehên taybet bû û gengeşeya xwendin û xwendingehan di Kurdistanê de dikir. Eva ji min re pir girîng bû û ez pir kêfxweş dikirim.”

Ayşê Îsma’îlî herweha roja herî nexweş a jiyana xwe weha tîne ziman: “Roja 22’ê Pûşpera sala 1989(1368)’an ez li mala xwe li Bolê bûm. Her di despêka rojê de ragehandin ku gerek xwe berhev bikin û ber bi nexweşxaneya partiyê li Deftera Siyasî herin, ew yek bal me pir ecêb bû ku çima em herin wîderî? Em çûn û li wîr her kes xembar û perîşan bû, min ji pêşmergeyekê pirsyar kir ku gelo çi qewmiye ku hemû wusa perîşan in? Wê di bersiva min de go çima te nebihîstiye? Min go ne çi qewmî ye? Go Dr. Qasimlo şehîd kirine! Ez pir aciz bûm, tewahiya xelkê heyirî mabûn û heya heyvekêl her wusa man. Rewş pir nexweş bû heya rojekê Dr.Şerefkendî ji rêya RDKÎ ve peyamek belav kir û têde ragehand ku, heya kongireya dahatî ezê berpirsatiya birêvebirina PDKÎ bigirim sitûyê xwe.

Eva bûye sedem ku kadr û pêşmerge cardin morala xwe bidest bixin û dest bavêjin emelyatên mezin û berfireh.”
Ayşê Îsma’îlî derheq jiyana xwe ya hevpar dibêje: “ Sala 1987(1366)’an bû ku hevjîna min Omer Xulamelî ku wî çaxî kadrê fenî ya hêza Beyanê bû, daxwaza zewicînê ji min kir. Min pêşniyara Omer qebûl kir û di demsala Payîza heman salî de me jiyana xwe ya hevpar ava kir û berhema jiyana me jî keçek û sê kur in.”

Ayşê Îsma’îlî piştî pitir ji 30 sal xebat û pêşmergatiya bê sekinîn, çavnihêriya xwe ji PDKÎ weha nîşan dide û tîne ziman: “Min bi xwe rêya xebat û pêşmergatiyê hilbijart, lewra ez pêşmergatî û xizmeta xwe liser partiya xwe û gelê xwe nakim minet. Heya niha derheq xebat û pêşmergariya xwe, ez xwediyê wîjdanek rihet im û wê bi wîjdanek rihet ve jî xebata xwe bidomînim û min tu çavnihêriyek ji PDKÎ nine, tenê vê yekê dibêjim ku weke hevçeperekê ji min binêrin.”

Ayşê Îsma’îlî bi vê peyam û hêviyê dawiyê bi hevpeyvîna xwe tîne: “Peyama min bo xelkê Kurdistanê ev e ku pêşmerge zarokên we ne û xizmeta herî mezin diken ji we re dikin, lewra hewce ye ku hûn jî li pişta peşmerge bin û ji wan kesan dûr kevin ku pişta xwe dane netewe û nîştimana xwe. Herweha hêviya min ev e ku çava dema ez hatim pêşmergatiyê, berî ku xwe bi baregehên PDKÎ binasînim min ziyareta Pîrmihemed kir, hêviya min ev e ku di dema azadî û vegeriyana welat de jî, di despêkê de cardin ziyareta Pîrmihemed bikim û piştre herim nava bajarê xwe bokanê.”