Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Babê Pêşmergeyekî Kurdistanê çu ber dilovaniya xwe

12:45 - 29 Tebax 2020

Babê Pêşmergeyekî  hêza Pêşmerge yên Kurdistanê li bajarê Urmiyê koça dawiyê kir.

Roja Înê 28ê meha Tebaxa 2020 an, mam Ebdulla Mendan, xelkê gundê Dolepêsan a geliyê Benda urmiyê, koça dawiyê kir.

Mam Ebdulla babê Weysî Mendan Pêşmergê hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bû.

Mam Ebdulla ku rûniştiyê bajêrokê Rajanê bû, di temenê 72 saliyê de bi sedema nexweşiyê oxira axiretê kir.

Kurê mam Ebdulla yê bi navê Weysî mendan, ewa serê çendîn salane ku di nava refa Pêşmergên Kurdistanê deye û çeka parêzvanî ji gelê xwe havêtiye milê xwe.

Mam Ebdulla Mendan mirovekî welatparêz û cihê hitbara hemî kesê bû, deryê mala wî hertim vekirî bû bona Pêşmergan.

Her di hemen rojê termê mam Ebdulla bi beşdariya xelkê nawçê bi axê hate spartin.

PDKÎ sersaxiya xwe pêşkêşî malbat û kes û karê mam Ebdûla dike û xwe şirîkê xema wan dizane.