Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Babê Pêşmergeyekî Kurdistanê li Urmiyê koça dawî kir

12:59 - 5 Tebax 2020

Babê Pêşmergeyekî Kurdistan ê li bajarê Urmiyê bi hegera nesaxiyê çu ser dilovaniya xwe.

Roja Sêşemiyê 4ê Tebaxa 2020 an, mam Elî Çolî, xelkê gundê Qayêr a girêdayî devera Mirgewer, babê Husêyn Çolî naskirî bi Agirî , Pêşmergê Kurdistanê, bi sedema pîrî û nesaxiyê, koça dawiyê kir.

Hewceyî bîranînê ye ku sala 1361 a rojî, di şerekî giran de di navbera hêza Pêşmerge û hêzên dijî geliye rejîmê li gundê Qayêr ê, ku mixabin 18 pêşmerge şehîd bûn, mam Elî Çolî , mil bi milê pêşmerge di vê berxwedaniyê de beşdarî kiribû, di demekê de 7 pêşmerge kevtibûne nava mihasirê û canê wan di xeterê de bû, mam Eli yê xweşmêr ku bi Xidir jî tête naskirin, karî bi awayekî qehremanane, wan pêşmergan xelas bike.

Termê Mam Elî Çolî naskirî bi Xidir di nava goristana gundê qayêrê bi axa nîştman hate spartin.

PDKÎ sersaxiya xwe pêşkêşî malbat û kes û karê Elî Çolî dike û xwe şirîkê xema wan dizane.