Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Babê Şehîdekî doza rizgariya Kurdistanê koça dawiyê kir

18:57 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2020

Roja Çarşemî, 8ê Tîrmehê, “Ebdulxaliq Xamçî” babê şehîd “Xusrew Xamçî” xelkê bajarê Mihabadê, piştî temenek pir ji serbilindî, koça dawiyê kir.

“Ebdulxaliq Xamçî” kesayetiyekî hizbdost û welatperwer bû û tim şanazî bi rêbaza kurê xwe yê şehîd dikir.

Şehîd “Xusrew Xamçî” di sala 1342 di bajarê mihabadê de ji dayîk bibû.

Piştî êrîşa dagîrkeran li ser axa Kurdistanê, tevlî refên “Pêşmergê Kurdistan”ê bû û hemû erkên xwe yên pêsipartî bi dilsozî ve bi rêve dibirin.

Di encam de, şehîd “Xusrew” di 17ê Xakelêwe ya sala 1362 a rojî, di şer û pevçûn digel hêzên dakîrker yên rejîma Îranê, di gundê “Seydava”yê de, tevlî “Karwanê Şehîdan” bû.

Termê babê şehîd Xusrew di bajarê Mihabadê de bi axa pîroza Kurdistanê hate sipartin

PDKÎ, sersaxiyê dide malbat û kesên “Ebdulxaliq Xamçî” û xwe bi şirîkê xema wan dizane.