Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Babê Şehîdekî doza rizgariya Kurdistanê koça dawiyê kir

19:14 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2020

Roja Çarşemî, 8ê Tîrmehê, Hacî “Xelîl Rehîmiyan” babê şehîd “Celîl Rehîmiyan”, xelkê bajarê Bokanê, piştî temenek pir ji serbilindî, bi hegera nexweşî û kalbûnê, koça dawiyê kir.

Hacî “Xelîl” kesayetiyeke hogirê PDKÎ û welatperwer û serbilind bi rêbaza kurê xwe bû.

Şehîd “Celîl Rehîmiyan” li sala 1344 an di gundê “Qalwê” ji dayîk bibû.

Celîl bona parêzvanî ji axa Kurdistanê, çeka pêşmergetiyê rakir û wekî kadrê Komîteya şahristan a Bokanê û endamê Komîteya devera “Pîr Mihemed”a Bokanê, erkên hizbî yên xwe bi rêve dibirin.

Di encamê de, şehîd “Celîl Rehîmiyan” di 11ê Pûşpera sala 1370 a rojî, di şer û pevçûn digel rejîma Îslamiya Îranê, di gundê “Husên Mame”, tevlî “Karwanê Şehîdan” bû.

Hacî “Xelîl Rehîmiyan”, heya dawiya temenê xwe, wefadar bi rêbaza kurê xwe yê şehîd ma.

Termê “Xelîl Rehîmiyan” bi Ala ya Kurdistanê û Logo ya Tishk TV, bi axa pîroza Kurdistanê hate sipartin.

Partiya Demokrat a Kurdisrana Îranê, sersaxiyê dide malbat û kesên “Xelîl Rehîmiyan” û xwe şirîkê xema wan dizane.