Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Babê Şehîdekî Kurdistanê koça dawiyê kir

12:18 - 17 Tebax 2020

Şewêş Mîrzayî babê Şehîd Şefîq Mîrzayî li Urmiyê çu ber dilovaniya xwe.

Roja12ê Tebaxa 2020an Mam Şewêş Mîrzayî babê Şehîd Şefîq Mîrzayî, xelkê gundê Heştiyanê li herêma Somayê bi hegera nesaxiyê koça dawiyê kir.

Kurê Mam Şewêş yê bi navê Şefîq Mîrzayî di sala 1340 ê li gundê Heştiyanê hatibû dinê, piştî xebata eşkereye PDKÎ Şefîq jî weke hezaran xortên dinê ye Kurdistanê, tevlî refên pêşmergên PDKÎ bû û kincê pêşmergayetiyê li ber kirin û çeka parêzvanî ji gelê xwe havête milê xwe.

Şefîqê xweşmêr pêşmergeyekî bivec û egît bû, û çendî şer û berxwedaniyan de bi qehremanane beşdarî kir, her bi hegera jêhatî bûnê berpirsayetiya pelek ji pêşmergan pê hate spartin.

Roja 8ê meha Cozerdana sala 1362yê, li şer û berxwedaniyeke qehremanane de li gundê Hêştirakê li herêma Şipîranê’ piştî evê ku derbekî mezin ji hêzên dujmin dan, ew şer bi xwîna Şefîqê qehreman hate tomarkirin, û şehîd bû tevlî karwanê sorxelate şehîdên Kurdistanê bû.

Herwisa Ji bilî şehîd Şefîq, 2 birazyê dinê ye Mam Şewêş bi navên Fireydûn û Ekrem Mîrzayî jî şehîd bûne.

Mam Şewêş mirovekî xudanqedir û cihê hitbara hemî kesê bû, heya dawî dema jiyana xwe serfirazî bi rêbaza kur û herduk birazyên xwe yê şehîd dikir û her wefadar û kurdperwer bû.

PDKÎ sersaxiyê pêşkêşî malbat û kesûkarê Mam Şewêş dike û xwe şirîkê xema wan dizane.