
Roja 15 ê meha Xakelêwa 1399 ê kak Salih Selîmî, babê Şehîd Me`erûf Selîmî, li Gundê Tengîser a girêdayî yê Bajarê Sinê, koça dawî kir.
Kak Salih kesekî welatperwer û Hizbdost bû ku hertim şanazî bi rêbaza Kurê xwe yê Şehîd dikir.
Hewceyî bîanînê ye ku Şehîd Me`erûf Selîmî Sala 1345 ê , di Gundê Tengîserê ji daîk bibû.
Piştî evê ku rejîma dakîrkere komara Îslamî êrîş kire ser Kurdistanê, ew jî weke Hezaran xortên dinê ye Kurd tevlî refên Pêşmergên Kurdistanê bû, û di heyamê Pêşmergayetiya xwe de weke alîkarê Kadir, erkê xwe gelek dilsozane encam dida.
Roja 14 ê Meha Pûşpera Sala 1367 ê Me`erûf Selîmî, di encama şerekê di gel hêzên rejîmê, di cihekê bi navê Bawerêz girêdayî yê Bajarê Sinê, Şehîd bû, ku Gora Şehîd Me`erûf di Gundê Saroqamîş e.
Kak Salih ê Babê Şehîd Me`erûf heya dawî dema temenê xwe, her emegdarê rêbaza pîroze Kurê xwe bû.
Cinazê Kak Salih bi hegera hebûna Vîrûsa Korona yê, dur ji heçî merasim û kombûnekê, bi Axa Nîştman hate sipartin.
PDKÎ sersaxiyê pêşkêşî malbat û kesûkarê wî dike û xwe şirîkê xema wan dizane.