Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Babê Şehîdekî riya rizgariya Kurdistanê koça dawî kir

17:47 - 11 Adar 2020

Roja Sêşemiyê 20 ê Meha Reşema 1398 an, hacî Enwer begê ehmedî, Babê Şehîd Mizefer Ehmedî xelkê Bajarê Banê piştî temenek serwerî, koça dawî kir.

Hecî Enwer kesayetiyekî navdare malbata mezine Ehmediyan li Bajarê Banê bû.

Navbirî mirovekî Hizibdost, welatperwer û cihê hitbara xelkê banê û dewerê bû û hertim şanazî bi rêbaza Kurê xwe yê Şehîd dikir.

Şehîd Mizefer Ehmedî Sala 1341 ê di Gundê Kendesûre ya girêdayî bi Bajarê Banê ji dayî bibû.

Mizefer piştî ewê ku tewlî PDKÎ dibe, li Yêketiya Lawan de tête sazimandanê, û erkê xwe birêwe dibir.

Şehîd Mizefer endamekî xwendewar û xebatkare Yêketiya Lawên Demukrat bû.

Navbir roja 8 ê Meha Rezbera 1361 ê li Bajarê Banê de, ji aliyê rejîma dijîgeliye Îslamî ve, hete sêdaredanê û tevlî karwanê sorxelate Şehîdan bû.

Hecî Enwer ê Babê Şehîd Mizefer, heta dawiya jiyana xwe emegdarê rêbaza Kurê xwe ma.

Cinazê Kak Enwer di nava girseya xelkê Bane û herêmê de, bi Axa Nîştman hate sipartin.

PDKÎ xwe şirîkê xema malbata wî dizane û sersaxiyê dibêje wan.