Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Babê Şehîdekî riya rizgariya Kurdistanê koça dawî kir

17:23 - 12 Adar 2020

Roja Pêncşemî 22`ê Reşeme, “Fethula Recebî”, babê Şehîd “Remezan Recebî”, xelkê gundê “Komedere”a girêdayê Bajarê “Pawe”yê, di encama kalbûnê de, koça dawiyê kir.

“Fethula” kesekî welatparêz û hogirê PDKÎ bû ku tim şanazî bi rêbaza kurê xwe yê Şehîdbûyî, dikir.

Şehîd “Remezan Recebî”, di Sala 1339`an, di gundê “Komedere” yê de, ji dayîk bibû.

Piştî êrîşa rejîma Îslamiya Îranê ya dagîrker bo ser axa Kurdistanê, tevlî refên hêza “Pêşmergê Kurdistan”ê bû û di sedema mêrxas bûnê, bû “Cihgir Lik” û erkên xwe bi dilsozî ve, encam dida.

Di dawiyê de, Şehîd “Remezan”, di 5`ê Rêbendan a sala 1360`an de, li şer û pevçûnekê dijî rejîma Îranê, di cihek bi navê “Dê Kanan”ê de, tevlî karwanê sorxelate Şehîdên Kurdistanê bû.

Mezarê Şehîd “Remezan di gundê “Tifên”a girêdayê bajarê Sewlavayê, deye.

Fethula yê babê Şehîd Remezan jî heya dawiya jiyana xwe, bi rêbaza Şehîdan emegdar ma.

PDKÎ, sersaxiyê dide malbat, xizim û kesên “Fethula Recebî” û xwe şirîkê xema wan dizane.