
Kurdistanmedia: Di bûdceya sala 1399`an a rejîma Îranê de hatiye ku, baca li ser kedkaran %30 zêde dibe, û her eve jî wisa dike ku jiyana kedkaran xirabtir bibe.
Pêka nûçeyên belavbûyî, di bûdceya sala 1399`an a rejîma Îranê de hatiye ku, bac li ser dahata kedkaran %30 zêdetir dibe, herwisa baca li ser karmendên para taybet jî %30 zêde bûye û pêka wan zêdebûna bacê, dibe dahata herê kêm a kedkaran jî %30 î zêde bibe.
Pêka yasayên baca rejîma Îranê qasa baca karmend û kedkaran pêka dahata wan naguhere, lê heya niha dahata kedkaran ti zêdebûnek tinîne, xuyaye ku rejîma Îranê dixwaze kêmanîna bûdceya xwe, ji baca zêdetir ji qata kedkar û para taybet teyar bike.
Pêka sozên perpirsên rejîmê dibe bi qasî herê kêm %30 dahata kedkaran zêde bibe, lê heya niha qewlên rejîmê hemû bi çewtî bûne û qata kedkarên fetisî di bin bandora pirsgirêkên aborî û baca bê dadî ya rejîmê de, jiyana wan dijwartir dibe.
Rejîma Îranê, di parvekirina bûdceya sala 1399`an de, ti planekî bo pêşxistina jiyana xelkê Îranê berçav negirtiye.