Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bahoz û bagera Xwê ya behra Urmiyê herêma Enzelê girt

13:25 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2021

Bi sedema hişkbûna Ava Gola Urmiyê ku deşt û kewîrên Xwê bi dû de dimînin, bi rabûna ba, bahoza Xwê dirabe û toza Xwê li her derî belav dibe.

Roja 29ê Tîrmeha 2021 an bi sedema hatina bayekî tund, bû hegera rabûna bahoza Xwê ya bi cî mayî ji deşta hişik bûyî a gola Urmiyê, û piraniya herêma di navbera bajarên Urmiye û Selmasê, bi taybetî herêma Enzelê girt.

Belavbûna bi her awayekî û bi her sedemekê toza Xwê li dewerê de, bê guman dê bibe sedemê şorkirina erdê û li encamê de dê bibe sedemê hişkbûna hemî rez û bax û şînatiyekê.

Ew yêka jî bûye sedemê nîgeraniya xelkê nawçên devrûberê gola Urmiyê.

Gorî dawî berhevdan û jêvekolîna li ser astê Av a gola urmiyê, hate ragihandin ku qasê Av a wê golê, 2 Milyard metra çwargoşe kêmtir bûye.

Pitir ji 10 salane ku haydarî û nîgeranî li derheq hişk bûna gola Urmiyê hatine danê, lê deshilatdarên rejîmê berdewam ev pirsa girîn û cihê nîgeraniyê pişt guhê xwe ve havêtine, û sedemê here serekî jî a hişkbûna gola Urmiyê xudî rejîma Îranê ye, ku sedem ewin

Lêdana Pira Kelanterî

Lêdana dehan bendavan

Qutkirina avên dehan Rubaran ku berê dirijyane nava golê

Lêdana hezaran piroje û Bîrên avê

Dizîn û xwarina çendîna caran Budca diyarî kirî bo vejandina golê, ji aliyê deshilatdaran ve