Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajar çekê hildigre

12:51 - 22 Îlon 2018

 Kerîm Perwîzî

Serberedayî û dîktatorî û stemkariya berdewam ya her sîstemekê wisa li xelkê dike ku helwest û serhildana xwe tund û tundtir bikin û hekî sîstemekê tu deriyeke wê bo başkirin û guhdariya dengê xelkê tunebe, eva xelk bi neçarî heta asta herî bilind ya berbirûbûna digel rejîmê diçin.

Rejîma Îranê nêzî çar dehikan e ku bi hemû şêweyekê stema çend qat li ser hemû xelkê Îranê û bi taybetî li ser neteweyên zulmlêkirî bi rê ve dibe. Vê rejîmê tu derfetek nehêlaye bo dana mafê xelkê û neteweyan û hemû riyên siyasî û medenî û kulturî û civakî ku ji aliyê xelk û têkoşerên siyasî ve hatiye peyrewkirin, digel tundtirîn şêwaza serkutê berbirû bûye, û heta çalakên jîngehparêz jî li agirê stemkariya rejîma apartayd a Îslamiya Tehranê û Spaha Terorîstî ya wê de hatin şewitandin.

Xebata çekdarî ya Kurd di Kurdistana Rojhilat bo heyama du dehikan hate ragirtin û Kurd cuda ji berçavgirtina berjewendiyên neteweyî di beşeke din ya Kurdistanê de jî, ew derfet da rejîma Îslamiya Îranê ku di van bîst salan de pêngaveke siyasî bigrin pêş, bo vekirina rewşê bi rûyê xelkê Kurd, û Kurdistan ji vê hemû zext û milîtarîzekirin û kuştarê derbaz be, û Komara Îslamî di yasyaên xwe de guhertinekê pêk bîne, û Kurdistan bigihîje hinek ji mafên xwe ên destpêkî.

Lê Komara Îslamî di van bîst salan da tenê serkut û asîmîlasyon zêdetir kir, bangewaza nemana xebata li Kurdistanê de kir û hewl da ku bedela çekê, mewada muxedir bide dest lawên Kurdistanê.

Evane û çendîn sedemên din Kurdistana Rojhilat naçar kirin ku qonaxeke din ya xebatê bigre pêş û Rasana Rojhiat ew qonaxa nû ye ku pêngavên xwe ên destpêkê dest pê kirine û pile bi pile ber bi kopîtê hildikêşe.

Rasan pêk nahê ji vê ku tenê erk û wezîfeya rizgariyê bixe stûyê pêşmerge û çiya, belku pêk tê ji pêkvegirêdana xebata çiya û bajar, wate hemû biyavên civakî û siyasî û neteweyî ên xebateke nîştimanî ku neteweyek dikare bigre pêş, da ku hemû pêkve xebateke cemawerî bi rê ve bibin, û çi yek ji wan ji ên din kêmtir nebin, yanî çiya û bajar pêkve xebateke berfireh bi rê ve bibin heya gihîştina bi kopka serkevtin û avakirina nîştimaneke nû.

Di vê rewşa nû de jî em dibînin ku Koamara apartayd ya Îslamiya Îranê wekî hertim ji xelkê û mafên wan tê nagihîje û tenê dixwaze bi nimayişên leşkerî û kuştar û tawanan û terorê pirsa serekî ji bîr bibe.

Di hemberî vê taktîka Komara Îslamî de em dibînin ku hêdî-hêdî, bajar jî dest dide çekê bo parastina xwe. Hekî pêştir jî xebata pêşmerge pêk dihat ji hebûna tîm û hêza pêşmerge li çiya û hêza rejîmê bi çek û teqemeniyên pêşkevtî derbe lê dixist û bi mûşekan li binke û baregehan dida, lê niha bajarê çekdar dibe bellaya serê hêza serkutker ku di nav xwe de wê rejîmê bifetisîne.

Çekdarbûna bajar tenê li Kurdistanê de nine belku herwekî em dibînin li ser erdê xuya dike, û li piraniya cihên din jî serî hildide û hekî rejîma Komara Îslamî tenê bi çek bersiva daxwaziyên xelkê û pirsên siyasî û neteweyî bide, pêşeroja Îranê di demeke gellek nêz de bajareke ser û bin çekdar dibe ku di nava şeqamên bajar de çeper tê lêdan.