
Leyla Mistefa bajarvana bajarê “Reqê” li Rojavayê Kurdistanê xelata “World Mayor Award” anku bajarvanê cîhanê bi sedema hewl û tekoşîna xwe û nûjenkirina bajarê Reqê û birêvebirîna gelek bi wec a xizmetkariyên bajarvaniyê, bi dest xist.
Xelata “World Mayor Award” her salê çendîn bajarvanê berketî ku karîne bajarê xwe bi baştirîn awayî avedan bikin û baştirîn xizmetkariyên bajarvaniyê bi kalîteyeke bilind bi xelkê bibin, xelat dike û li sala 2021an de jî 7 bajarvanên berketî yên cîhanê hatine xelat kirin ku bajarvana Reqê “Leyla Mistefa” jî li nav wan bajarvanan de ye.
Dema ku “Leyla” bû bi bajravana “Reqê”, hêzên DAÎŞê piraniya bîna, şeqam û kolanên bajarê “Reqê” ji nav biribûn û tevî bombrêjkirina wan, dîwar û banên malan hilveşandibûn.
“Leyla Mistefa” tevî nûjenkirina bajar û bi rêkxistina bi wec a xizmetkariyên bajarvaniyê bi kalîteya bilind di asta netewî û navnetewî de hêjatiya xwe bo bajarvana berketî da xuya û lewma xelata “World Mayor Award” bi wê bajaravana xwedî ked hate dan.
Bajarê “Reqê” ku ji 3 devaran û 7 bajarokan pêkhatiye, xwediyê şûnwarên dîrokî ên gelek kevnar ên şaristaniyên cuda ye ku piraniya wan şûnvaran ji aliyê DAÎŞê ve hatibûne teqandin.
Xelkê bajarê Reqê bi piranî Kurd in lê hinek Ereb û Tirkemen jî di wî bajarî de dijîn.