Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarê Bane “Pêşmergeyên Bajar” li hêmbêza xwe girt

18:34 - 16 Îlon 2018

Kurdistanmedia: “Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê” da xuyakirin ku, pêşmergeyên Bajar li bajarê Bane, ji bo xelkê civîn pêk anîn û bi serkevitiyane erk û wezîfeya xwe encam dane.

Li gorî nûçeya ku ji “Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê” gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê,  desteyek ji pêşmergeyên Bajar ji bo pêkanîna civînan digel xelkê deverên bajarê Bane, ber bi vî bajarî ve meşiyabûn, ku digel pêşwaziya  bêmînak ya xelkê van deveran rûbirû bûn.

Deverên şoşerger yên bajarê Bane hertim cihê pêşmergeyên Kurdistanê bûye, û alîkarî û pêşwaziya xelkê deverên bajarê Bane cihê rêzgirtin û pêzanînê ye. 

 “Hêza Pêşmergê Kurdistanê”, spas û pêzanîna xwe pêşkêşî xelkê deverên bajarê Bane dike, û hêvîdar e ku di alîkarî gihandin û pêşwazîkirina ji pêşmergeyên Kurdistanê de, hertim berdewam bin.