Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarê gêlasan piştevaniya Rasanê dike

17:14 - 6 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgêrên PDKÎ li bajarê Şinoyê, bo piştevanîkirin li Rasanê, çalakiyên piropagendeyî lidar xistin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Çarşemî 15`ê Cozerdana 1398`an, endam û alîgêrên PDKÎ li bajarê Şinoyê, bi armanca piştevanîkirin li xebata nû ya Partiya Demokrat, ku bi Rasanê hatiye naskirin, bi nivîsîna dirûşmên taybet li ser dîvarên wî bajarî, çalakiyên piropagendeyî lidar xistin.

Xebatkarên Demokratê di vî bajarî de, bi nivîsîna dirûşmên wekî: “Bijî Rasan, Ser bikeve Rasan, Rasan berdewame, bijî Rasana PDKÎ, bijî Partiya Demorkat a Kurdistana Îranê”, peyama yekîtî û piştevaniya xwe li PDKÎ û Rasan û xebata Pêşmergê Kurdistanê nîşan dan.

Her di vê pêwendiyê de, şeva Duşemî 13`ê Cozerdanê, endam û alîgêrên PDKÎ, li ser tirba şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê, li gundê Dizê ser bi devera Mirgever a girêdayî bajarê Urmiye, bi hildana alaya Kurdistanê û cemedanî û herwisa bi nivîsîna dirûşmên wek: Bijî PDKÎ, bijî Rasan, bijî Pêşmerge” çalakiyên piropagendeyî lidar xistin.