Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarê Hewlêrê bû armanca mûşekên Îranê/ “Elina Luria” jî dibêje, divê dewleta “Biden” ji danûstandinên Bercamê bê derê

11:55 - 13 Adar 2022

Pêka ragihandinên fermî çendîn mûşek ji aliyê Îranê ve ku hejmara wan bi rêjeyên cuda hatine ragihandinê, bajarê Hewlêrê kirine armanc.

Sibêdeha Yekşemî, bajarê Hewlêrê bû bi armanca çendîn mûşekan, wan êrîşan ti xisarek canî li pey xwe neanî û Spaha Pasdaran a terorîst îdia kiriye ku binkeyên sîxurî yên Îsraîlê kirine armanc.

Dijeterora Herêma Kurdistanê ragihandiye ku ew mûşekên balistîk ji derveyê sînor û ji aliyê Rojhilat ve hatine û lêkolîn li ser wan êrîşan tê kirin, lê hêza dijeteror ti navek ji rejîma Îranê neaniye.

Di vê derheqê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê “Mesrûr Barzanî”, di tiwîtekê de nivîsî, “Hewlêr xwe bo tirsinokan naçemîne”.

Spaha Pasdaran a terorîst jî, li ser rûpela “Twitter”ê bi danîna wêneyên 2 pasdarên terorîst ku li Sûriyê hatine kuştinê nivîsandiye: “Komara Îslamiya Îranê bo bersivdan bi “fitneyên şeytanan” bi dereng namîne û her êrîşek li dijî xelkê Îranê dê bersivek kawilker hebe”.

“Mistefa El-kazimî” û “Muqteda Sedir” li dijî wê êrîşa terorîstî bertek nîşan dan û ev êrîşa şermezar kirin

Ji aliyek din ve jî, Nûnera Demokrat a Amerîkayê “Elina Luria” ragihandiye ku eger rastiya nûçeyên êrîşa li ser konsolgeriya Amerîka li Hewlêrê bê selimandin, divê dewleta “Biden” ji danûstandinên Bercamê yên digel Îranê bê derê.