Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarê Îlamê meydana “Terebar”ê tinîne

11:23 - 16 Çirriya pêşîn 2021

Xelkê bajarê Îlamê û herwisa werzêran bi sedema nebûna maydana “Terebar”ê çendîn pirsgirêk hene û piştî çendîn salan lipeyketina wan bona avakirina meydana “Terebar”ê, hêj daxwaza wan ji aliyê berpirsên rejîma Îranê ve nahatiye cibicîkirin.

Werzêran heta niha çendîn caran daxwaz ji berpirsên pêwendîdar ên rejîmê kirine ku meydaneke Terebar ava bikin û piştî çendîn salan hêj wan berpirsên rejîmê ti pêngaveke serast bo avakirina vê meydanê hilnegirtine.

Werzêran gotine, ku ger meydana Terebar bê avakirin, ew dikarin îmîş, pincar û berhemên din ên xwe bi nirxek baş û bi awayî rasterast bifiroşine xelkê, lê bi sedema avanebûna wê meydanê ew neçar in bi nirxek kêmtir bi delalên bazarê bifiroşin.

Bi sedema nebûna meydaneke taybet bo firotina “Terebar” li bajarê Îlamê, beşa navendî ya wî bajarî wekî bazara firotina “Terebar” tê bikaranîn ku bûye sedema trafîkek zêde li navenda bajar.