
Bajrê Kirmaşanê ku yek ji bajarên mezin di Îran û Kurdistanê de ye, dermanxaneya taybet bi “Hilal Ehmer”ê tinîne û xelk ji dermanên “Hilal Ehmer”ê bêpar in.
Roja Sêşemî, 29ê Îlonê, Birêveberê Giştî yê “Hilal Ehmer” a parêzgeha Kirmaşanê, “Ferzîn Moitemidî” daye xuya ku “Hilal Ehmer”a wê Parêzgehê çendîn pirsgirêk hene û daye xuya ku îzna avakirina dermanxaneyê vergirtiye, lê ti dermanek di dermanxaneya “Hilal Ehmer”a wê parêzgehê de tinîne.
Herwisa navbirî got: di Kirmaşanê de 16 binkeyên hertimî û 5 binkeyên demsalî yên “Hilal Ehmer”ê hene û binkeyên bajarên “Pawe, Qesra Şîrîn, Ciwanro û Giyelan”ê bê wec in û dibe avedantir bikin.
“Ferzîn Moitemidî” ragihand: “Hewce ye ku 318 binkeyên “Hilal Ehmer” di gundên parêzgeha Kirmaşanê de bêne avakirin”.
Parêzgeha Kirmaşanê bi hegera hebûna şûnwarên dîrokî û herwisa hatûçûya misafirên zêde ji derveyê welat bo wê parêzgehê, hertimî hejmareke zêde ji misafir û geştiyaran rû ji wê parêzgehê kiriye û di dema hewce de dibe ji xizmetkariyên “Hilal Ehmer”ê mifahê verbigrin, lê nebûna dermanxane û nebûna dermanan di “Hilah Ehmer”ê de pirsgirêkeke micid e.
Di erdheja sala 1396an de zêdetir ji 350 hezar kesî bi tenê karîbûn beşeke kêm ji hewcehiyên xwe yên lezgîn û hestiyar ji “Hilal Ehmer”ê dabîn bikin.