
Hejmareke zêde ji kadrên dermanî yên nexweşxaneyên bajarê “Mahşehr” a parêzgeha Xûzistanê, tûşî vêrûsa Koronayê bûne.
Roja Duşemî, 26`ê Gulanê, Birêveberê Navenda Tenduristî û derman yê bajarê Mahşehrê, “Mihemed Şenbedî”, got: “Hejmareke zaf ji kadrên dermanî yên nexweşxaneyên bajarê Mahşehrê, bi sedema tûşbûna vîrûsa Koronayê hatine qerentînekirinê û cihê wan walaye û me kes tinîne ku bi cihên wan danên û me pirsgirêka xizmetkariya pizîşkiyê heye.
Herwisa, “Mihemed Şenbedî” got: “Tekez dikim ku me ti kes bo danîn bi cihê wan kadrên dermanî de tinîne”.
Herwisa, “Mihemed Şenbedî” daye zanîn ku, rewşa tûşbûyên vîrûsa Koronayê zêdetir dibe û ew amarên belavbûyî bi tenê wan kesan li xwe ve digire ku, hatine naskirin û bê şik zaf kes hene ku nîşandekên tûşbûna wan bi vîrûsa Koronayê bi awayê weşartiye û nahêne dîtin.
Navbirî li ser rewşa nexweşxaneyan bas kiriye ku, êdî cihê razandina nexweşan tinîne.
Rejîma Îranê bi dabînnekirina emrazên hewce bo kadrên dermanî, wan rastî vîrûsa Koronayê dike ku ew bixwe gefeke metirsîdar e li ser canê wan û herwisa nexweşên COVID19 ye.