Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarê Merîwanê mînakek ji tevlîheviya hejarî, cudatîdanîn û Koronayê ye

13:10 - 16 Îlon 2020

Bajarê Merîwanê di nav bajaran de, wekî bajarekî derdornişîn e, ku di hundirê wî bajarî de jî taxên derdornişîn hene û di encama hejarî û belavbûna koronayê de, parekî berçav ji xwendevanan bi taybet zarokên dibistanê ji xwendingehê bêparbûne.

Malbatên xwendevanan tevî nigeranî ji tûşbûna zarokên wan bi vîrûsa koronayê, nigeranê xercekî giran in ku ji aliyê xwendingehên hikûmî ve ji wan tê standin û xwendigeh û dibistanê hikûmî bi her awayekî be wî pereyî ji wan distînin û di hember de ti xizmetkarî û pêragihîştinekê bo zarokên wan nakin, heta bona berevanî ji tûşbûna zarokên wan bi vîrûsa koronayê jî ti amadekariyekî nekirine.

Bajarê Merîwanê ji xizmetguzriyên bajarbûnê heta astekî zêde bêpar e, qatên dewlemend jî hene ku piraniya wan naxwazin zarokên wan digel zarokên hejaran di wan xwendingehan de bin ku ti pêregihîştin û xizmetkaryek bo zarokên wan nakin û bi awayekî cudatiya qatî bi eşkere û rohn tê berçav.

Piştî belavbûna vîrûsa koronayê, ew cudatî û hez bi cudabuna qatên dewlemend  ji qatên hejar zêdetir bûye. 

Merîwan û Bane 2 bajarên parêzgeha Sineyê ne ku zêdetirin hejmara zarokên kar di wê parêzgehê de hene û siyaseta rejîmê ya  “hejarî- pareman ji perwerde û hinkarî- hejarî” berdewam e.