
Rejîma dije gel a Komara Îslamî, hêzên tepeserkar ên xwe di nava bajarê Şino û çendîn dever û gundên derdorên wî bajarî de balav kirine û pêşiya kombûna xelkê digrin.
Xelkê şeva Newrozê bi armanca hilkirina agirê Newrozê û pêşwazîkirin li sala nû ya Kurdewarî di nav bajarê Şinoyê de dora hev kom bibûn, lê hêzên tepeserkar yên rejîmê êrîş kirine ser xelkê ku li çendîn cihên wî bajarî li deora hevdû kom bibûn.
Hêzên rejîmê bi armanca pêşîgirtin ji cejn û şahiya xelkê û hilkirina agirê Newrozê, bi avêtina gaza rondikrêj hewil dan ku xelkê ji yektir dûr bikin, lê xelkê azadîxwaz ên Şinoyê teslîmê daxwaz û gefên hêzên rejîmê nebûn û êrîş kirine ser hêzên rejîmê ku di encamê de şer û pevçûn hate pêş.
Tevî êrîşa rejîmê li Şinyê, lê dîsanê jî xortên Şinoyê li çendîn şeqamên wî bajarî de agir li ser pişta dujminê dagîrker hil kirin û cejn û şahî û govend lidar xistin û bi girmîn û kutana pêyê xwe, kela zordaran xistine hejandinê.
Gorî dawî zaniyariyan, heya niha jî piraniya kolan û şeqamên bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên tepeserkar ve hatine milîtarîzekirin.