Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarê Sonqur pirsgirêkên micid yên xizmetkarî û pêregihîştinê heye

11:52 - 24 Şibat 2021

Bajarê “Sonqur” li parêzgeha Kirmaşanê, pirsgirkên micid li deverên kevin yên bajar, kevinbûna maşînên xizmetkariya bajarî û qîrtawkirina şeqaman heye û rejîmê ti bûdceyek bo wan pirsgirêkan terxan nekiriye.

Cihgirê Serokê Şêwraya bajarê “Sonqur”ê, “Mehdî Taliqanî” daye zanîn ku hebûna 72 hiktar deverên kevin, maşînên kevin ên veguhastina xizmetkariyên bajar, fermî nebûna belgeyên xaniyan û qîrtawa xirab, girîngtirîn pirsgirêkên bajarê “Sonqur” û bajarê “Seter”a Kulyayî ye.

Pirsgirêkên wan 2 bajaran hêj ji aliyê parêzgarê Kirmaşanê ve nehatiye berçavgirtin û bajarvaniya “Sonqur”ê jî ti bûdceyek nîne.

“Mehdî Taliqanî” ragihand: “Niha maşînên veguhatina xizmetkariyên bajarî û temirandina agir yên wî bajarî zêdetir ji 25 salan e ku nehatine nûjenkirin û ti bûdceyek ji bo wê yekê nehatiye dabînkirin.

Herwisa bûdce bona tewawkirina proja gihandina avê, palavtingeha ava vexwarin, palavtingeha averoya bajarê “Sonqur”ê nehatiye dabînkirin û projeyên bi nîvemayî yên “pir, avedankirina 70 gundan û nûjenkirin û çêkirina hêlên berqê” pirsgirêkên din yên bajarê “Sonqur”ê ne û karên nûjenkirin û pêregihîştin li devera kevin a bajarê “Sonqur”ê bi sedema alîkarînekirina “Mîrasa Ferhengî” nayêne kirin û pirsgirêkên wan her çareser nekirine.