
Cihgirê Serokê Meclîsa rejîma Îranê “Elî Nîkzad” di serdanekê de bo bajarê “Tîkab”ê gotiye: “Berpirsên Wezaretê û birêveberên wê parêzgehê, divê hewlê bidin ku pirsgirêkên bingehîn ên bajarên Tîkab, Sayîn Qela, Miyaduav, Çaldiran û Puldeştê bi lezgînî û di heyama 3 mehan de çareser bikin.
Herwisa wî berpirsê rejîmê gotiye: “Pêka sozên ku hatine dan, divê 8 hezar û 400 Hiktar ji 19 hezar Hiktar kanalên avdêrî yên zewiyên bendava “Kerem Abad” a Puldeştê heta heyameke kin, radestê rêkxirava Çandinê bikin heta ava wan zewiyan bê dabînkirin.
Herwisa navbirî got: “Qazanca kangeha zêrê “Zerşoran”ê divê bi awayeke micid bo xelkê wê deverê bê xerckirin ku ew xelke ji hejarî û bêpariyê rizgar bibe.
Tevî hebûna kangeha zêr a “Zerşoran”ê xelkê bajarê “Tîkab”ê ji qazancên wê kangehê bêpar in.
Piraniya projeyên avedankirin û xizmetkariyên wî bajarî bi nîvekare mane.