Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarê Urmiyê di rewşa sor a Koronayê de ye

12:52 - 28 Adar 2021

Bi sedema belavbûna zêdetir a vîrûsa Koronayê li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê û niha Urmiye û Îlam di rewşa sor de ne.

Roja Şemî 27ê Adarê, Serokê Zanîngeha Pizîşkî yê bajarê Urmiyê, “Cewad Aqazade”, tevî îşarekirin bi guherîna rewşa Koronayê li bajarê Urmiyê ji rewşa narincî bi rewşa sor ragihand: “Di parêzgeha Urmiyê de, hejmara pêketin bi vîrûsa Koronayê zêdetir dibe û hekî xelk û berpirs wê rewşê berçav negirin, rewşa kar bo kardrên dermanî dê dijwartir bibe”.

Herwisa navbirî daye zanîn, “ku 468 nexweşên nû ku pirsgirêk di nefeskîşanê de hene ku 272 kes ji wan hêj pêketina wan bi Koronayê nexuya ye, lê yên din pêketina wan hatiye zanin û 129 kes ji wan pêketiyên Koronayê di beşa pêregihîştina teybet û 23 kes jî, di bin alavên ventîlatorê de ne”.

Navbirî gelempera pêketiyên Koronayê di wê parêzgehê de, 120 hezar û 723 û gelempera qurbaniyên Koronayê 3744 kes daye zanîn.

Herwisa di parêzgeha Îlamê de, bajarên Avdanan û Çirdawil ji rewşa narincî bi rewşa sor guheriye û bajarê Dêhloranê jî herwisa di rewşa sor maye.

Parêzgeha Sine, di rewşa narincî de ye, lê di parêzgeha Kirmaşanê de, pêketin bi vîrûsa koronayê bi lezgînê zêde dibe, bajarê “Şabat” di rewşa sor û Giyelan di rewşa narincî de ye û 207 peketiyên nû bi Koronayê di nexweşxaneyên wê parêzgehê de hatine razandin û rojê 60 heta 70 pêketiyên nû bi vîrûsa Koronayê, di wê parêzgehê de têne razandin.

Pêka amara rejîma Îranê li roja Şemî 27ê Adarê, 23 bajar di rewşa sor û 44 bajar di rewşa narincî de ne.