Bajarê Xoyê di parêzgeha Urmiyê de, rastî pirsgirêka ava vexwarinê hatiye, û berpirsên pêwendîdar jî ti hewlekê nadin.
Roja Sêşemî, 23ê Hezîranê, Birêvebirê Giştî yê “Av û Avero” ya bajarê Xoyê, “Yedullah Sultanî” di civîneke rojnamevaniyê de daye xuya ku, kêmbûna ava vexwarinê di bajarê Xoyê de micid e û asta ava bîrên avê jî daketiye û hewceye ava vexwarinê bo wî xelkî dabîn bikin.
Navbirî tevî baskirin ji terxankirina ava vexwarina xelkê bajar ji ava bîran got: “Bikaranîna zêde ji avên bin erd, bûye sedem ku sal bi sal asta ava bîrên kûr dakeve û qasa ava wan jî kêm dibe”.
Herwisa, “Yedullah Sultanî” baskiriye ku, niha %64 a bajarê Xoyê ji tora avero mifahê verdigirin, lê %36 a wî bajarî hêj ti toreke averoyê tinîne.
Rejîma Îranê bi avakirina avbendan, bê berçavgirtina zanista avbendanlêdanan û bi armancên siyasî, mezintirîn pirsgêrêka avê di parêzgeha Urmiyê de afirandiye û ew deverên ku niha rastî kêm aviyê hatine, piştî avakirina avbendan, hertim aveke zêde hebûn û çavkaniya ava gola Urmiyê bûn, lê niha rejîma Îranê him gola Urmiyê çikandiye û him jî ava wan deveran çikandiye.