Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarên Kurdistanê hatine milîtarîzekirin

13:15 - 26 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Piştî ragihandina Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê bona hevxemiyê digel malbatên wan cangoriyên ku di meha Xezelwerê de canê xwe ji dest dabûn, û berdwamkirina wan xwenîşandanan, rejîm di hemû bajarên Kurdistanê de amadebaşî ragihandiye.

Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, piştî ragihandina Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê, li derheqê domandina xwenîşandanan, ji roja 4`ê Befranbarê ve, rejîma Îranê helwîstên ewlehiyê girtine ber xwe.

Di bajarê Seqizê de, hêla înternetê lawaz bûye û egera qutbûna yekcarî jî li ser heye. Herwisa rewşa nav bajarê Seqizê jî, bi giştî hatiye milîtarêze kirin.

Karbidestên rejîmê bi karmendên kompaniyaya gazê re gotine ku, heya agehdarkirineke din, bi ti awayekî mafê mirexesiyê tinî ne, hatoçûya maşînên hikûmî hatiye qedexekirin, û hostayên maşînan dibe mideh bi mideh serdana binkeyan bikin û karmend bi giştî dibe li rewşa amadebaşiyê de bin.

Di bajarê Sineyê de, hêzên leşkerî û ewlehiyê, di meydana “Îqbal, şeqama Firdosî devra meydan û çar rêyan a Çarbax”ê de cih girtine û Têlêgram bi gîştî hatiye daxistin.

Rejîmê Îranê, bajarên parêzgeha Urmiyê xistiye nav rewşa avarte û hêla înternetê bo astekî here nizim, lawaz kirine.

Zaniyariyên ku hatine ber bas eve ku, bajarê Kirmaşanê jî, pevçûn di navbera xelkê û hêzên Spaha Pasdaran a terorîst de, qewimiye.