Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarên Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine milîtarîzekirin

10:59 - 29 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Piraniya bajarên Kurdistanê, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine milîtarîzekirin, û di gelek cihan de jî tektîravêj hatine cihkirin.

Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, di bajarê Sine de hêzên rejîmê rewşekî ewlehî afirandine û piraniya kolan û şeqamên bajarokên Sine hatine milîtarîzekirin.

Ji roja 4`ê Befranbarê ve heya niha, rejîma Îranê helwîstên ewlehiyê girtine ber xwe, û piraniya bajarên Kurdistanê militarize kirine.

Pêka nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê ku daye zanîn, li ser banê avahiyên Firdosî û 6`ê Behmen, Seferî û Hesen Ava û Wekêl, tektîravêj bi cih kirine.

Herwisa nûçegihanê “Kurdistanmedia”yê wiha jî got: “Di hevşa Perwerde û Hînkarî, Nahiya Yek, Dixaniyat û Muxabiratê de, pirin li hêzên Spaha Pasdaran a terorîst, û bi wî awayî hemû bajar milîtarîzew kirine.