Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarên Kurdistanê ji xizmetgozariyên şaredariyê bêparin

13:06 - 20 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Bajarên sînorî yên Kurdistanê, herçend ku wekî demarên aboriya rejîma Îslamî a Îran tên hesabkirin lê, ji hemû xizmetgozariyên şaredariyê bê parin.

Bi sebeba xemsarî, codahîdanên rejîmê, siyasetên şaş û faşîstî ên rayedarên rejîma Îranê, bajarê Sêro herçend ku wekî herêmeke azad di warê bazirganiyê de hatiye hesabkirin û bi sebeba hebûna deriyê gumrikê jî, rojane xelkêkî zêde serdana wî bajarî dikin lê, li hemû îmkanatên bajarvaniyê, wekî navûnîşanên bajêr, û rêyên nav bajêr û xizmetgozariyên din bêpare.

Di destpêka bajarê Sêroyê de, tu nav û nîşaneke wî bajarî nehatiye danîn, çimkî li piraniya bajarên Îran û Kurdistanê, geştiyar, sardana wî bajêrê sînorî dikin.

Bajarê Sêro yek ji bajarên girêdayî parêzgeha Urmiyê ye û di 55 KM, wê parêzgehê hilketiye û rûnştiyên wî bajarî tev jî Kurd in, û ev bajar wekî navendeke kirîn û firotina kincên welatê Tirkiyê hatiye naskirin, her bi vê sedemê jî her roj xelkekî zêde ji bo geştyarî û herwisa çûna bo welatê Tirkiyê serdana wî bajarî dikin.