Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarvanê Ciwanroyê givaşê dixe ser destfiruşên wî bajarî

13:01 - 21 Nîsan 2021

Bajarvavê Ciwanroyê daxwaza 10 miliyon tumen bac li destfiruşên wî bajarî dike.

Pêka nûçeyên belav bûyî li bajarê Ciwanroyê bajarvanê wî bajarî yê bi navê “Ferhad Tabzer” daxwaza 10 miliyon tumenî li destfiruşan kiriye û ew daxwaza û ew biriyara bajarvaniyê di demekê deye ku ew destfiruş bi sedema giranî û bilind bûna nirxan û daketina şiyana kirîna xelkê digel daketina dahata rojaneya xwe, lewma karê destfiruşiyê dikin.

Bi sedema bilind bûna nirxa kirê dukanan û karê demsalî xelk neçare ku bi awayê destfiruşî û li ser rêyan kar bikin heta ku bikarin bijîwa jiyana xwe bi dest bînin, lê her car ji aliyê navend û karbidestên rejîmê ve berbest û astengî bo wan têne afirandin.

Her di wê derheqê de roja Sêşembiyê hêzên rejîmê li bajarê Sinê de êrîş kirne ser destfiroşan û azar û eziyeta xelkê belengaze destfiroş kirin û yan dest bi ser tiştên wan yên firotinê de girtin, yan nahevdan û ji nav birin.

Ew yeka jî bû sedemê nerizayetî û kerb û kîna welatiyên belengaze destfiroş.