Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarvaniya bajarê “Sine”yê kolan û şeqaman paqij nake

17:45 - 3 Şibat 2022

Karmendên bajarvaniyê li bajarê “Sine”yê kolan û şeqamên wî bajarî ji befrê paqij nakin.

Li gor nûçeya ku gihîştiye “Kurdistanmediha”yê, piştî derbasbûna çendîn rojan ji hatina befrek zêde di Rojhilatê Kurdistanê de, beşek ji kolan û şeqamên bajarê “Sine”yê hêj ji befrê nehatine paqijkirin ku eva bûye pirsgirêkek micid bo ser hatinûçûna welatiyan.

Her wê çavkaniyê ragihandiye ku welatiyên kêmendam û bitemen ji ber rewşa xirab nikarin ji mal derkevin û nikarin maşînên xwe jî, di nav kolanan de park bikin.

Di heyama çend heftiyên derbasbûyî de li sernaserê Rojhilatê Kurdistanê berfek zêde barîbû, û bibû sedema qutbûna rêyên hezaran gundan; Lê karbisetên rejîmê û navendên pêwendîdar ti hewlek bo paqijkirina wan rêyan nedan û di encamê de bû sedema canjidestdana jineke xelka derdorê parêzgeha “Kirmaşan”ê.