Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarvaniya Bokanê gendeliyên xwe perdepoş dikin

13:13 - 1 Hezîran 2021

Bajarvanî û şêwraya bajarê Bokanê bona perdepoşkirina gendeliyên xwe û diziyên çend milyard Tumenî ji darayiya xelkê, mijûlê karên din li nav bajarê Bokanê de ne.

Karbidesdtên bajarvanî û şêwraya bajar li ser pira asinî ya “Mîrava” ku pireke kevin e û di serdema xwe de ji aliyê Rûsiyê ve hatibû ava kirin, hin civankarî kirine û gul çandine.

Piştî civankarî û gulçandinê, navê pirê ji “Mîrava” bi pira “Honer” guherîne.

Ew gendeliyên aborî li halekê de ye ku piraniya taxên bajarê Bokanê bi taybet taxên “Kanî Baqir, Kûyê Endîşê, Apartmanên Cîhad, Mecbûr Ava, Eliyava û Mirava” bi sedema nebûna xizmetkariyan, averoya kolan û şeqaman her li nav kolan û şeqaman de mane.

Welatiyan dane zanîn ku ew taxane bi sedema nebûna xizmetkariyan bûne cihê zibil, paşmawe û averoyan ku di demsala germayê de ser xelkê bûye metirsî û gefa nexwşiyan li ser xelkê li pey xwe aniye.