Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarvaniya Merîwanê perê xelkê şehreka Zagrosê xwariye

16:25 - 29 Îlon 2020

Bajarvaniya Merîwanê ji destpêka meha Cozerdanê ve bi hêceta qîrkirin û pêregihîştin bi şeqam û kolanên şehreka “Zagros” a Merîwanê, pere ji xelkê vergirtiye lê, heta niha ti pêngavek bo wî karî hilnegirtiye.

Di meha Cozerdana îsal de, xelkê şehreka Zagros di bajarê Merîwanê de, hindek pere bona qîrkirina kolanan kom kiribûn û bi hesaba bajarvaniya Merîwanê rijandibûn, lê piştî 4 mehan, hêj ne kolan qîr kirine û ne pereyê xelkê dane.

Çend caran xelkê nerazî yên şehreka Zagrosê, basa wê pirsgirêkê digel Şwreya Bajar û Bajarvan kirine, lê tev caran bajarvaniyê sozên çewt bi wan re dane.

Berê bajarvaniyê bi xelkê re soz dabû ku di 16ê Xermananê de, dê tev karan tewaw bikin, lê piştî derbasbûna çendîn mehan, hêj pirsgirêk nehatine çareserkirin.

Herwisa di çend taxên din yên bajarê Merîwanê de, xelk ji sozên bajarvaniyê bêhêvî bûne û bixwe dest bi çêkirin û pirkirina çalên di nav şeqam û kolanan de kirine.