
Bajravaniya Serawan a ser bi parêzgeha Gîlanê bi sedema nerizayetiya xelkê ji komkirina zibil û paşmaweyan li tenîşta bajarê Serawanê, zibil û paşmaweyên malan li ber deriyan bi cih hiştiye û bi xelkê re gotiye ku em ziblên wan ji ber deriyan kom nakin.
Xelkê bajarê Serwanê, çend rojan berî niha nerizayetiya xwe li hember çalkirina zibil û paşmaweya gemar a 7 bajaran li nêzî rêya “Rûdbar-Reşt”ê li daristanên tenîşt bajarê Serawanê nîşan dabûn û berpirsên bajarvaniya Serwananê bo cezakirina xelkê, zibil û paşmaweyên malan li ber deriyan hiştine û wan naveguhazinin.
Xelkê serwanê di vê derheqê de nerizayetiya xwe nîşan dane, lê berpirsên bajarvaniyê bersiva wan nadin.
Zibil û paşmaveyên gemar ên 7 bajaran ku yek ji wan bajarê “Reşt”ê ye di darîstanên Serawanê de têne çalkirîn û bêhna gemar û ava wan paşmaweyan sirûşta deverê têk daye û bêhna piş û mêş û pêşûyên wan paşmaweyan bûye gefek micid li ser tendirustiya xelkê bajarê Serawanê û devera wî bajarî.
Rejîma Îranê bi cihê çareserkirina pirsgirêkên xelkê, hewla cezadana wan dide û ti girîngiyekê bi tenduristî û jîngehê nade.