Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarvaniya Serpila Zehaw givaş xistiye ser berketiyên erdhejê

14:08 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2020

Piştî derbas bûna 3 salan bi ser erdheja “Kirmaşan”ê, xelkê destkurt û kirênişîn yê bajarê “Serpila Zehaw”ê ku di nawa kanêks û xêvetan de dijîn, ne bi tenê ji aliyê rejîma Îslamî ve ti alîkariyek bi wan nehatiye kirin, belkû givaş xistine ser wan heya, wan kanêksan bi cih bihêlin.

Berketiyên erdhejê yên “Serpila Zehaw” ku piraniya wan kirênişînin, piştî 3 salan çavlirêbûnê, ji aliyê rejîmê ve ti pêngavek bo wan nehatiye hilgirtin û niha ji aliyê bajarvaniya wî bajarî ve, hişdariyê didine wan ku dibe di 48 demjimêran de, wan kanêksan berdin û wir bi cih bihêlin.

Nirxa kirê ya xaniyan ku niha di “Serpila Zehaw”ê de bi qasekî bilind e ku ew xelkê hejar, şiyana dabînkirana wê nirxê tinînin, lewma bi neçarî di xêvet û kanêksan de dijîn.

Hevdem, bajarvaniyê hişdarî daye ku dê hemû kanêksan yên di bajar de kom bikin.

Berketiyên hejar yên erdhejê,  ji wê rewşê dinalînin û dibêjin: “Me ti cihek nîne em hewara xwe jêre bibin, hekî bajarvanî wan kanêksan hilgire jî, em neçarin di ciheke dinê de xêvetên xwe vedin”.

Berketiyên erdhejê, bi wan sedeman, di rewşeke nexweş û pir dijwar de dijîn, basa wê yekê jî dikin ku hekî me şiyana dabînkirina kirêya xaniyan hebana, bo demekê jî di wir de nediman”.