Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajrê selmasê hewceyî be 230 polên wanegotinê heye

12:08 - 24 Gulan 2020

Di bajarê Selmasê de pirsgirêka kêmbûna polên wanegotinê heye û rejîm jî ti hewlkê nade.

Roja Şemî, 23`ê Gulanê, Berpirsê Perwerde û Hînkariya bajarê Selmasê, “Husên Xêr Cûyî”, baskiriye ku me hewceyiyeke lezgîn bi avakirina 25 dibistanan heye ku bi qasî 230 poleyên hînkariyê ji xwe ve digire û herwisa got ku, zêdetir 52 xwendingeh di bajarê Selmasê de hene ku zêdetir ji 40 salan e ku hatine avakirin.

Wî berpirsê rejîma Îranê herwisa baskiriye ku, di sala derbasbûyî de, 59 xwendingeh bi xercê xêrxwazan di wî bajarî de hatine avakirin.

Herwisa wî berpirsê rejîmê baskirye ku 42 polên wanegotinê banê wan şîrwanî ne û 29 polên hînkariyê di kanêksan de wane têne gotin.

Rejîma Îranê ti girîngiyek bi rewş û awayê wanegotinan di bajarên Kurdistanê de nade û xelkê gundan bi piranî ji rewşa hewce ya hînkariyê bêpar in, her çiqas ku berpirsê Perwerde û Hinkarî ya bajarê Selmasê bas ji berfirehbûna deverê û bêparbûna hindek deveran dikê lê ya rast eve ku hînkariya hewce û cihên wanegotinê û herwisa kêmbûna mamostayên hewce û bikêrhatî pirsgirêka sereke û bingehîn a xelkê derverê ye û rejîm heya bikare ji wî aliyî ve derbê bi hinkariya wî xelkî dide.