Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balafirê B52 bi moşeka “Krûz” bi ser esmanê kendavê de firî

12:46 - 9 Kanûna Paşîn 2021

Di salvegera êrîşên moşekî ya rejîma Îranê  bo ser binkeyên “Eynulesed” li Îraqê du balafirên B52 yên Amerîka bi moşekên “Krûz” bi ser esmana kendavê de firîn.

Ev du balafirên Amerîkayê bo nîşandana amadehiya xwe li beranber êrîşên Spaha Pasdaran û çekdarên ser bi rejîma Îranê di esmanê vê deverî de firîn .

Berî hingê jî du balafirên B52 yên Amerîkayê bi ser deverên sitiratîjîk yên kendavê de firîn û hişdarî dane Îranê ji egera heçî cûre pîlanekê.

Dezgaha Zaniyariya Amerîka li derheq “pîlan û sinaryoyên Îranê” bo tolhildan û êrîş kirina ser Amerîka û hevpeymanên wê hişdarî daye.  

Rejîma Îranê bi berdewamî gefan dike ku dê tola kuştina Qasim Silêmanî bistîne.