Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balafireke Îsraîlê bo cara yekem diçe Îmaratê

12:04 - 31 Tebax 2020

Bo cara yekem balafireke Îsraîlê diçe Îmaratê û herwisa Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyaho û Şêwirmendê Paye Bilind ê Koşka Spî “Curd Kuşnêr” Hevdîtin kirin.

Du hefteyan piştî rêketina aştiyane ya di navbera Îsraîlê û Îmarata Yekgirtî a Erebî de, îro roja duşemî 31ê Tebaxê balafireke Îsraîlê ku ji heteteke paye bilind yên Îsraîlê û Amerîkayê pêk hatiye, di firîneke dîrokî de li balafirxaneya Ebuzebiyê tê xwarê.

Nûçegihaniya “Reuters”ê pêka çavkaniyeke agehdar daye zanîn ku, ew balafira Îsraîlê ji ser esmanê Erebistana Siûdî re derbas dibe. Bi wî awayî eva yekemîn car e ku Erebistana Siûdiyê îznê dide ku balafireke Îsraîlê ji ser esmanê wê welatê re derbas bibe.

Kompaniya balafirvanî ya “EL Al” a Îsraîlê, nivîsek wek “Sulh û Selam” li ser wê balafirê weşandiye.

Di hevdîtina Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyaho û Şêwirmendê Paye Bilind ê Koçka Sibî “Curd Kuşnêr” de, Netanyaho daye zanîn ku, Ez spasiyê ji “Donald Trump” dikim ku li hemberî rejîma Îranê sekînand û li dijî Bercamê dijberî kir û Qasim Silêmanî yê terorîst ji nav bir û “Mîkanîzma Maş”e jî çalak kir.