Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balafireke şer ya rejîma Îranê kevte xwarê

12:22 - 24 Gulan 2022

Li bajarê îsfehanê balafira şer a cura F7 a rejîma Îranê, kevte xwarê û her du balafirvanên vê hatin kuştin.

Cêhgirê Siyasî, Ewlehî û Civakî yê parêzgarê Îsfehanê “Mihemedreza Cannisarî” di hevpeyvîna digel nûçegihaniya girêdayê rejîmê “IRNA” yê got: “Roja Sêşemî Balafira şerker a cura F7 li derdora herêma Enarek a girêdayî bajarê Nayînê kevtiye xwarê”.

Pêka gotina wî berpirsê rejîmê, balafirvanên vê balafirê ên bi navên Sergurd “Qasim Zemanî” û stwan yekem “Mihemedcewad Bay” hatine kuştinê.

Herwisa “Mihemedreza Cannisarî”diyar kiriye ku: “Di demjmêr 8 û 30 deqeyan a sipêdeha roja Sêşemiyê ev balafira şer di dema ancamdana ceribandina teqekirinê de kevtiye xwarê.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê zaniyariyên zêdetir li derheq sedema kevtina xwarê û şêwaza kuştina balafirvanên wê balafirê nehatiye belavkirin.

Rejîma Îranê tevî hemû hewlên xwe nekariye balafirrên şer ên kevin û riziyên xwe bi alavên serast û standard nûjen bike û ew alavên ku rejîma Îranê bi awayê qaçax ji derveyî Îranê dabîn dike an di kargehên berhemanînê de berhem tîne seqet û sexte ne û balafirên Îranê ku, yên 45 salan berî niha ne bi sedema pirsgirêkên teknîkî û rizîbûna alavên balafiran şiyana şerkirinê ji dest dane.