
Biryargeha Navendî ya Amerîka ya bi navê “CENTCOM”, daye zanîn ku balafirên bombavêj yên corê “B52” li devera Rojhilata Navîn de cihgîr kirine.
Roja Şemî 21ê Çirriya Paşîn, Navenda “United States Central Command” an ku “CENTCOM”ê di daxuyaniyakê de tevî ragihandina cihgîrkirina balafirên şer yên “B52” li Rojhilata Navîn, tekezî kir û ragihand: “CENTCOM hatiye erkdardarkirin ku aramî û ewlehiya deverê biparêze, şiyana lezgîn ya veguhastina hêz bo derve û hundir û derdora devera Rojhilata Navîn bona parastin û mifahvergirtin ji afirankariyan hebe û herwisa rêgirîkirin ji kiryarên tundajoyên e.
Di vê derheqê de Fermandeyê 9em yê Hêza Esmanî ya Amerîka, General “Greg Guillot” ragihandiye ku maimûriyetên wiha dibe sedem ku amadehiya “Hêzên Hevpar” zêdetir bibe.
“CENTCOM”ê ragihandiye ku ew meimûriyetên “bêrawestan” yên “B52”an şiyana Arteşa Amerîka li cihgîrkirina hêza esmanî ya şer di her ciheke cîhanê de li demekî kurt û tevlîbûn li operasiyonan e û herwisa alîkarî bona parastina aramî û ewlehiya deverê nîşan dide.
“CENTCOM” çendîn erkên serekî hene ku ya ji hemûyan girîngtir, rawestandin an kêmkirina alozî û fitneyên rejîma Îranê di kendavê de ye.