Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balafirên Îsraîl ê êrîş kirne ser Newara xezê û Sûriyê

13:30 - 10 Tebax 2020

Balafirên Arteşa “Îsraîl”ê, binkeyên “Hemas”ê  di bakûrê “Xezê” û binkeyên hêzên girêdayê rejîma “Îran”ê li “Sûriyê” bombebaram kirin.

Roja Duşemî, 10ê Tebaxê, Atreşa “Îsraîl”ê, ragihand ku balafirên wan yên şerker, çendîn binkeyên dîdebanî yên “Hemas”ê di bakûrê “Xezê” de kirine armanc,lê heya niha ti zaniyariyek derheq kuştî an birîndarên wan êrîşan berdest tinîne.

Herwisa li roja Yekşemî, 9ê Tebaxê, balafirên Arteşa “Îsraîl”, binke û bargehên hêzên girêdayê rejîma “Îran”ê di “Dêrezor” a “Sûriyê” de,bombebaran kirin û di encam de 14 kes hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne, pêka hin zaniyariyan, rewşa tenduristiya piraniya wan birîndaran xirabe û renge hejmara wan kuştiyan zêdetir be, gorî hin çavkaniyan piraniya wan hêzan, Îranî û Îraqî ne.

Roja Yekşemî, 9ê tebaxê, arteşa “Îsraîl”ê ragihand ku hêzên “Filistînî” li dirêjahiya sînorê devera ku çêkirine, teqe ji leşkerên “Îsraîl”ê kirine. Tevî ku ti kuştî tinebûnê, hêzên “Îsraîl”ê di deverê de cihgîr bûne.

“Îsraîl” di berteka êrîşan de, bi tundî bersiva wan daye û ragihandiye ku dê bihêztir û tundtir bersiva her êrîşekî li ser “Îsraîl”ê bide.