Şeva Sêşem 20`ê Temûzê balafirên şerker yên Îsraîlê li bakurê Sûriyê çend binkeyên girîng yên çekdarên “Spaha Qudis” a terorist û herwisa enbarên teqemeniyên Artêşa Sûriyê li nêzî balafirxaneya Sûriyê li bajarê “Heleb”ê û li qerax navendek berhemanîna rakêt û mûşekên Balistîk yên Artêşa Sûriyê li devera “EI-Sefîr” kirin bi armancên xwe.
Pêka zaniyariyan, balafirên şerker yên Îsraîlê piştê wê êrîşê ber bi binkeya xwe ya bi navê “Hatzrîm”ê ve çûne.
Bi sedema bombaran şeva derbasbûyî çend enbarên teqemenî li devera “Şêx Necar” li bakurê balafirxaneya “Heleb”ê rastî şewitandinek berfireh hatine.
Îsraîl bi wan erîşan car din dixwaze ku hêza xwe li hember gefên mûşekî yên Îranê nîşan bide.