Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balafirên Îsraîlê dîsan binkeyên rejîmê li Sûriyê kirine armancên xwe

11:29 - 10 Şibat 2021

Balafirên şer ên Îsraîlê binkeyên çekdarên Spaha Pasdaran a rejîma Îranê li Helebê kirin bi armancê xwe.

Lê Şeva din rêkevta 9`ê Şibatê, Nûçegihaniya fermî ya Sûriyê,  “Sana” daye zanîn ku dengê çendîn teqînan di derdorê Helebê de hatiye bihîstin.

Wê nûçegihaniyê daye zanîn ku ew teqîne ya çend xompareyên bi cihmayî yên terorîstan bûye.

Hevdem televîziyona El-Exbariye ya ser bi Sûriyê teikîd kir ku dengê sê teqînan li rêya “El-Hemdaniye” hatiye bihîstin.

Di nav torên civakî de jî hatiye belavkirin ku balafirên şerker ên Îsraîlê hin binkeyên çekdarên ser bi rejîma Îranê li Helebê de kirine bi armanca xwe.

Ji aliyek din ve jî “Anthony Blinken” Wezîrê Derve yê Amerîkayê, derheq bilindahiya Golanê gotibû ku “heta ku Beşar Esed li ser desthilatê be û hêzên Îranê û çekdarên ser bi rejîma Îranê li Sûriyê de bin, kontirola Golanê bo ewlehiya Îsraîlê girîng e”.

Her zû “Benjamin Netanyahu” bi weşana daxuyaniyekê got: “Çi bi rêkkevtin û çi bi bê rêkkevtin em li bilindahiya Golanê nayêne xwarê û ev der heta hetayê beşek ji axa Îsraîlê ye”.

Îsraîl hebûna hêzên rejîma Îranê li Sûriyê bi metirsiyeke mezin bo ser axa xwe dizane û her lewma bilindahiya Golanê li dest nade û hevdem jî binkeyên terorîstên ser bi rejîma Îranê di nav axa Sûriyê de dike armancê xwe.