Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balafirên şer ên Îsraîlê avahî û binayên Hemasê bombebaran kirin

12:54 - 22 Tebax 2021

Arteşas Îsraîlê ragihand ku balafirên şer ên wî welatî bîna û avahiyên Hemasê li Xezê, bombebaran kirine.

Roja yekşemî 22ê Tebaxê, bi 100an Filistînî li sînorê navbera Xezê û Îsraîlê de kom bibûn û dest bi xwenîşanadanê kirine û Arteşa Îsraîlê ragihandiye ku beşek ji wan xwenîşanderan hewl dane ku ji dîwarê sînorî derbas bibin û hinke ji wan jî madeyên teqînê avêtine hêzên Îsraîlê û hêzên Îsaîlê jî bersiva wan daye.

Di wê xwenîşandanê de efsereke Îsraîlî û 2 Filistînî bi dijwarî birîndar bûne ku rewşa tendirustiya wan nebaş e û herwisa 41 xwenîşanderên din ên Filistînî jî birîndar bûne ku hêzên Îsraîlê pê û lingên wan birîndar kirine.

Ew şer û pevçûn di berdewamiya xwenîşandanên Filistîniyan de qewimiye ku Hemas û girûpên din ên milîs wan rêkxistin dikin.

Arteşa Îsraîlê ragihandiye ku bombebarana bîna û avahiyên hemasê li berteka xwenîşandana Filistîniyan û birîndarbûna efsereke Îsraîlê bi gulleyên Filîstîniyan encam dane.

Heta niha ji xisarên canî û maliyên wê êrîşa esmaniya balafirên şer ti amar an zaniyariyek belav nebûne.

Arteşa Îsraîlê ragihandiye ku bo hemberderketin li dijî kiryarên Hemasê, hêzeke zêdetir li sînoran de cihgîr kiriye.